GELÊ AMEDÊ LI HEMBERI BENDAVÊN NUH NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN DA

etha-20131119-amed-doga-02_display

Li Amede, li hemberî sê bendavên nuh ku ji hêla hikumeta Tirkiyê hatine plansazkirin, xwepêşandanek hate lidarxistin. Ji van sê bendavên ku li ser çemê Dîjlê hatine plansazkirin, ya yek gelekî nêzî bajarê Amedê ye, her du yên du jî nêzî navçeya Amedê,  Pîranê ne.

Duh, bi sedan kes li meydana Derê Çiyê civiyan û biryara hikumatê protesto kirin û xwestin ku êdî bila tu bendav li ser çemên Dîjlê û Feratê neyên avakirin. Xwepêşandaran îlam kir ku avakirina bendavan li ser xaka Kurdistanê şewazeka qirkirina çandî ye û divê hikumeta Tirkiyê ji vê rêya xelet vegere.

Wekî ku tê dizanîn, bendavên ku li ser çemê Dîjlê têne avakirin gelek xisarê didin Kurdên başûr û bakûr, her wekî Erebên jorîn. Lewma gelên vê heremê her dem nerazîbûna xwe li hemberî van bendavan nîşan didin. Lê hikumeta Tirkiyê hê jî polîtîka xwe ya bendavan neguhertiye û her tim hewl dide ku bendavên nuh li ser çemê Dîjlê ava bike. Piraniya gelê heremê, bawer dikin ku sedema avakirina bendavan ne tenê hewcetiya enerjiyê ye,  ji wê zêdetir hikumeta Tirkiyê dixwaze bi vî awayî dixwaze başûrê Kurdistanê jî bigre bin destên xwe.

Ev her sê bendavên ku li ser çemê Dîjlê hatine plansazkirin, di konferansa Torbenda Ekopotamyayê  ya 31ê Cotmeha 2013an de jî hatibûn rexnekirin, û endamên torbendê ku ji îranê, îraqê, Sûriyê, û Tirkiyê tev li konferansê bûbûn, nerazîbûna xwe dabûn nîşandan.

Speak Your Mind

*

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.