TORBENDA EKOPOTAMYAYÊ Lİ AMEDÊ CİVİYA

 

1375639_603917039673224_1501995921_n

Torbenda Ekopotamyayê ku du salan berê ji hêla komên ku rexnedarê bendavan in hatibû damezirandin, ji bo konferansa xwe ya çaremîn, di 31ê Cotmeha 2013yan de li Amedê civiya. Torbenda ku ji hêla donzdeh koman dihate temsîlkirin, bi tevlêbûna pênc komelên nuh gihişt hevdeh endaman. Di vê konferansê de komek ji İranê, du koman ji Tirkiyê, du koman jî ji İraqê, tev lî torbendê bûn.

Konferansa ku bi tevlêbûna çapemeniyê dest pêkir, piştî pêşkêşkirina dokumanterekê bi tevlêbûna endaman dewam kir.  Di konferansê de endam li ser xebatên torbendê axivîn û xwestin ku xebatên xwe bi vî awayî bidomînin. Endamên ku nuh tev lî torbendê bûn xwe dan naskirin. Di konferansê de endaman bi giranî hikûmeta Tirkiyê şermezar kirin ku hikumeta Tirkiyê piştî bendava Ilisûyê, neha dixwaze sê bendavên nuh li ser çemê Dîclê ava bike. Endamên torbendê daxweyakirin ku ewê li hember van bendavan bisekinin û hewl bidin ku ew neyên avakirin.

Di dawiya konferansê de deklerasyonek hate qebûlkirin û di vê deklerasyonê de jî hikûmeta Tirkiyê hate şermezarkirin.

Hûn dikarin deklerasyonê bi Kurmancî li jê rê bixwînin:

DEKLERASYONA

KONFERANSA EKOPOTAMYA NETWORKÊ YA ÇAREMÎN

31ê Cotmeha 2013yan, AMED

Çaremîn konferansa torbenda Ekopotamyayê di 31ê Cotmeha 2013an de li Amedê hate lidarxistin. Endamên torbendê ji Îranê, Îraqê, Sûrîyê û Tirkiyê li hev civiyan û li ser xebatên torbendê axivîn.

Di konferansê de, piştî bendava İlisûyê, sê bendavên nuh ku ji hêla hikumate Tirkiyê ve hatine plankirin ku li ser çemê Dijlê werin avakirin, hatine rexnekirin. Ji van sê bendavan yek nêzî navenda bajarê Amedê ye û her du yên din nêzî navçeya Amedê, Pîran in.

Her wekî ku tê zanîn, di van deh salên dawiyê de hikumate Tirkiyê gelek bendavan ava kiriye, û van bendavan derî li  gelekî muşkulan vekiriye. Ji xwe xesara bendava İlisûyê baş tê zanîn; li Tirkiyê û li İraqê gelek mirov dê xesarê ji vê bendavê bibînin. Wekî din jî, ava çemê Dîjlê roj bi roj diherime. Nexwe, piştî germbûna dinyê û qirêjê, ev  her sê bendavên ku li ser çemê Dîjlê dê werin avakirin dê serêşa me bin.

Wekî endamên torbenda Ekopotamyayê, em çawa ji bendavên din nerazî bûn, em ji van bendavên nuh jî  nerazî ne, û em îlam dikin ku emê hewl bidin ku van bendavan neyên avakirin. Her wekî ku tê zanîn gelên herêmê ji xwe ji ber bendavên li newala Dîjlê hatine avakirin zehmetiyê dikşînin. Nexwe avakirina bendavên nuh, li hemberî mirovan û xwezayê rasterast neheqî û heqareteka mezin e. Ji ber vê yekê, em kesên ku hemwelatiyên Tirkiyê, Îranê û Îraqê ne, em hikûmeta Tirkiyê rexne dikin, û bang dikin wan ku van bendavan ava nekin.

Endamên Torbenda Ekopotamyayê:

IRAQ:

1.Green Hand Organisation

2. Hawar Organisation for Supporting Syrian refugees

3. Civil Development Organisation

4. Kurd M.A.D

5. WDTO

6. Green Kurdistan Organisation

7. KYEO

8. Gayandn

9. Kurdistan Youth International Group

10. Nature Iraq

 

IRAN:

1. Alpin Club of Iran

2. Cenesta

3. Kariza

 

TURKÎ:

1. İnîsiyatîfa Parestina Heskîfê

2.  Platforma Pasûrê ji bo Parestina Xezayê

3. Komela Ciloyê ya Xwezayî

4. Komela Ekolojiyê

5. EKO-JÎN

6. İnîsiyatîfa Cizîrê ya Parestina Çandî

Speak Your Mind

*

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.