Li Bajarê Trabzonê Şerê Li Hemberî HESê

Li Tirkiyê, li bajarê Trabzonê, li navçeya Çaykarayê li ser înşaata santrala hîdro-enerjîyê (HES) pevçûnek qewimî. Di encama pevçûnê de 3 karkerên HESê birîndar bûn û 5 gundî ji hêla cendermeyan ve hatin girtin.

Li navçeya Çaykarayê ku li ser bajarê Trabzonê ye, nerazîbûna li hemberî santrala hîdro-enerjiyê (HES) berdewam dike. Duh jî gundîyan ajotin ser înşaata HESê û li ser înşaatê pevçûnek qewimî. Di encama pevçûnê de 3 karkerên HESê birîndar bûn. Cendermeyên ku îfadeya 70 gundiyan girtin, ji wan gundiyan 5 heban girtin û kirin nezaretê.

Bûyer, duh saet li dora 7ê êvarê, li nêzî gundê Koknarê, li mintiqa Kavlatanê qewimî. Gori îddîayê gundiyan avêtin ser înşaatê û zor dan xebatkaran da ku dev ji xebatê berdin. Piştî hatina gundiyan, di navbera gundiyan û xebatkarên înşaatê de şer derket. Di encama bûyerê de 3 xebatkarên ku birîndar bûn bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyê bûn û cendermeyan avêtin ser gund. Li vê derê îfadeya 70 gundiyan hate girtin û ji wan 5 kes hatin girtin. Ev 5 kesên ku navên wan Ali D., İslam D., Rafet Ş., Nizamettin Ş. û Engin G. ne, hîn jî di nezaretxaneya cendermeyan de ne û bi sucdarkirina birîndarkirina kesan û êrişkirina ser mulkê şîrketê dê sewqî dadgehê bibin.

Beriya vê bûyerê jî di navbera xebatkarên şîrketa HESê û gundiyan da arbede derketibû û piştî ku hinek kesên din ketibûn navberê, şer sekinîbû. Lê piştî wê bûyerê, şirketê bi alîkariya cendermeyan û parastvanên taybetî dest bi înşaatê kiribû.

 

Speak Your Mind

*