Li Dersim’e Gava Mezin

fft64_mf1299001Li ser serîlêdana gelê Dêrsîmê, dadgeha Enqerê ya Îdarê ya 8emîn, biryarek girt ku bendava bi navê “Bozkaya” were sekinandin.

beriya vê biryarê, ji Dêrsîmê 22 kesan serî li dadgehê dabû û xwestibûn ku ev bendav were sekinandin. serîlêderan di daxwaznameyên xwe da gotibûn ku lewra ev bendav ji bo ekolojiya Dêrsîmê xerab e û  bê reporta tesîrên ekolojîk (ÇED, Çevresel Etki Değerlendirme) hatiye destpêkirin. Ji ber vê yekê jî, bendav bi xwe ne qanûnî ye.

Piştî vê serîlêdanê, dageha Îdarê ya Enqerê ya 8emîn, roja 13ê çilê pêşîn a 2012an biryar da ku ev îtiraz li cih in û divê avakirina bendavê were sekinandin.

Parêzerê serîlêderan Özgür Ulaş Kaplan xweya kir ku ev biryara dadgehê ji bendav û santralên hydro-elektrîkî gelekî girîng e û ji bo wan jî dê bibe emsalek. Kaplan got ku beriya vê biryarê jî dadgehan ji  3 bendavên li ser çemê Mûnzûr tên avakirin sekinandibûn lê ev biryar ji bo ku ne tenê ji bo sekinandinê, her weha ji bo îptalkirina bendavê jî hatiye girtin, û ji ber vê yekî girîngtir e.

Speak Your Mind

*