Li Dersîmê Gel Avête Ser Şantiyeya Bendavê

DERSÎM- Xwezaperestan avête ser şantiyeya bendava ku bi navê “Pembelik”ê di navbera Dersîmê û Qerqoçanê de li ser çemê Perî tê ava kirin û wesayîtên şantiyeyê şewitandin. Parestvanên şantiyeyê ji bo gel ji şantiyeyê derxînin, hinek fîşek teqandin û ji eskeriyê teqwiye xwestin. Alozî hê jî didome.

Gelê ku ji bo 12mîn festivala Dersîmê ji Ewropê û ji her aliyên Tirkiyê hatibûn Dersîmê, do avêtin ser şantiyeya bendava Pembelîkê. Di serî da parestvanên bendavê nehiştin gel tikeve şantiyeyê lê gel bi darê zorê kete şantiyeyê û wesayitên şantiyeyê şewitand. Her weha bereqeyên şantiyeyê jî hatin şewitandin û dûmanek reş ragirt ser şantiyeyê. Piştî teqandina fîşekan, parestvanên şantiyeyê dîtin ku nedikarin gel bisekinînin, ji eskeriyê teqwiya xwestin û ji navçeya Elezîzê, Qereqoçanê teqwiye hat. Alozî Hê jî berdewam e.

Speak Your Mind

*