Daniştayê Li Ser Çemê Mûnzûrê Rê Neda Bendav û HES’an

Daîreya Danıştayê ya 13emîn lîsansên bendavek û du santralên hîdroelektrîkî ku li Dêrsîmê, li ser çemê Mûnzûrê tên avakirin îptal kir. Dadgehê nîşan da ku xesara ku bendav û HES dê bidin ser çem û newalê nediyar e, lewma dive ev xesar were lêkolînkirin û bi raportekê bê îspatkirin ku xesar zêde nîn e.

Li ser çemê Mûnzûrê 4 bendav û 5 HES (santralên enerjiyê yên hîdroelektîkî) hatine plankirin û înşaatên van bendavan dewam dike. Bi vê biryara dadgehê, şîrketên enerjiyê dive îspat bikin ku tu xesara bendavan û HES’an li ser çem û newalê nîn e.

Lê li Tirkiyayê, hikumet û şîrketetên enerjiyê gava ku dadgeh di aleyhê wan de biryaran bidin, bi piranî guh nadin biryarên dadgehê û heta ku biryareka nuh ji dadgehê derdixin, avakirina bendavan dewam dikin.

Speak Your Mind

*