Dadgehê Îstimlaka Ji Bo Santrala Hîdroelektrîkê Biryara Sekinandinê Da

Dadgeha bilind ku bi nave “Danıştay”ê tê zanîn, li Elezîzê îstimlaka ku ji bo bendava “Pembelîk”ê ku li ser çemê Perî tê avakirin, sekinand. Ji bo avakirina bendavê li gundê Akkuşê ku li ser navçeya Qereqoçanê ye, ji gundiyan Hasan Akyol serî li dadgehê dabû û îtîraza îstîmlakê kiribû. Dadgehê, heq da Hasan Akyol û îstimlak sekinand.

Hikumeta Tirk, bi rêya qanûneka kevn ku di 1939an de ji bo herba cîhanê hatibû derxsitin, neha jî bendavan ava dike. Gorî vî qanûnî, di şert û mercên herbê de hikumatê dikaribû bi biryara “îstimlaka acîl” dest bida ser mulkên şexsan. Ev yetkî, berê di 1983an de paşiyê jî di 2004an de ji hêla hikumetan ve dewrî saziyên hukmî bûn. Neha, ev hukum di destê EPDKê (Enerji Piyasası Denetleme Kurulu) ye. Lê Daniştayê biryar da ku, yetkiya ku ji bo herba cihanê teslîmi hikumetê bûye, dewrî saziyên din nabe û îstîmlaka bi vî awayî derveyî qanûnê mulkiyetê ye.

Li Tirkiyê heta neha ji bo avakirina neha gelek bendav û HESan  bi rêya “îstîmlaka acîl” biryar hatibû dayin û memalikan  nedikaribûn ji bo îtîrazkirina îstîmlakan  serî li dadgehan bidan.

 

http://www.radikal.com.tr/Radikal.aspx?aType=RadikalDetayV3&ArticleID=1090810&CategoryID=85

Speak Your Mind

*