Li Colemergê Wesayîtên înşaata Bendavê Hatin Şewitandin

13ê Tîrmehê, li Colemergê, li Geliyê Bêmbo û Begozê ku li ser navçeya Şemzînanê ne, gerîllayan avête ser şantiyeya bendavê û li wê derê 47 wesaîtên şantiyê şewitandin.

Her wekî ku tê zanîn, hikumeta Tirkiyê li dijî gerillayên PKK, li Şernex û Colemergê 11 bendavên ku bi “Bendavên Ewlekariyê” hatine navkirin,  ava dike. Gorî gotina hikumeta Tirk, piştî avakirina van  bendavan dê gerîlla nedikaribin serbest tevbigerin û de ev pêngav ji bo ewlwkariya hikumeta Tirk gelek kêrhatî be.

PKK û gelê ku li heremê dijîn bi her awayî li dijî van bendavan in û bi her awayî nerazîbûna xwe nîşan didin.

Speak Your Mind

*