Li Dersîmê Gel Avête Ser Şantiyeya Bendavê

DERSÎM- Xwezaperestan avête ser şantiyeya bendava ku bi navê “Pembelik”ê di navbera Dersîmê û Qerqoçanê de li ser çemê Perî tê ava kirin û wesayîtên şantiyeyê şewitandin. Parestvanên şantiyeyê ji bo gel ji şantiyeyê derxînin, hinek fîşek teqandin û ji eskeriyê teqwiye xwestin. Alozî hê jî didome. [Read more...]

Daniştayê Li Ser Çemê Mûnzûrê Rê Neda Bendav û HES’an

Daîreya Danıştayê ya 13emîn lîsansên bendavek û du santralên hîdroelektrîkî ku li Dêrsîmê, li ser çemê Mûnzûrê tên avakirin îptal kir. Dadgehê nîşan da ku xesara ku bendav û HES dê bidin ser çem û newalê nediyar e, lewma dive ev xesar were lêkolînkirin û bi raportekê bê îspatkirin ku xesar zêde nîn e. [Read more...]

Li Colemergê Wesayîtên înşaata Bendavê Hatin Şewitandin

13ê Tîrmehê, li Colemergê, li Geliyê Bêmbo û Begozê ku li ser navçeya Şemzînanê ne, gerîllayan avête ser şantiyeya bendavê û li wê derê 47 wesaîtên şantiyê şewitandin. [Read more...]

Li Bajarê Trabzonê Şerê Li Hemberî HESê

Li Tirkiyê, li bajarê Trabzonê, li navçeya Çaykarayê li ser înşaata santrala hîdro-enerjîyê (HES) pevçûnek qewimî. Di encama pevçûnê de 3 karkerên HESê birîndar bûn û 5 gundî ji hêla cendermeyan ve hatin girtin. [Read more...]

LI SİLÊMANİYÊ DAXWİYANİYA ÇAPEMENİYÊ

Kom û kesên ji bendava Ilisûyê nerazî ne, li Silêymaniyê hatin cem hev û nerazîbûna xwe îlam kirin.

Roja 12min ya tîrmehê, kom û kesên ji bendava Ilisû nerazîne hatin cem hev du û nerazîbûna xwe bi rêya çapemeniyê anîn ziman. Ji bo civînê elaqa çapemeniyê zêde bû ji Iraqê gelek rojname û TV tev li civînê bûn. [Read more...]