Heftemîn Konferansa Torbenda Ekopotamyayê

ekoHeftemîn konferansa Torbenda Ekopotamyayê 25ê Adarê, 2015an, li bajarê Silêmaniyê ya Kurdistana Iraqê, bi tevlêbûna endamên ji Tirkiyê, Iranê, Iraqê û Sûriyê hate damezirandin.

Di konferansê de xebatên torbendê hatin nîrxandin û li ser hinek mijaran pêşkêşî hatin kirin. Mijarên ku di konferansê de hatine pêşkêşkirin li jêr in:
1. Av û Terrorizm
2. Li Mezopotamyayê Bahozên Toz û Xîzê
3. Di Şerê Sûrî û Rojava de Cihê Avê
4. Li Iraqê Krîza Avê: Xetere û Çareserî
5. Kanî Bil û Bendava Daryanê
Hemû pêşkêjî dê li ser malpera torbendê bi Englîzî bêne xwendin.
Torbenda Ekopotamyayê sale du caran li hav dicive. Konferansa yek li Amedê (li Tirkiyê) ya din jÎ li Silêmaniyê (li Kurdistana Iraqê) tê damezirandin.

ŞEŞEMÎN KONFERANSA EKOPOTAMYA NETWORKÊ Lİ AMEDÊ HATE LİDARXİSTİN

 


680x365cc-dyb-30-09-14-mezopotomya-ekoloji-konferans1

Dîmenek ji konferansê ku li Sumerparkê hate lidarxistin.

Konferansa Torbenda Ekopotamyayê ya 6emîn li bajarê Amedê hate lidarxistin. Torbenda Ekopotamyayê di sala 2011an de li bajarê Amedê bi tevlêbûna komên jîngehî ji Îranê, îraqê û Tirkiyê hatibû damezirandin. Neha, Ji Tirkiyê, Îranê û İra

qê 20 endamên Torbenda Ekopotamyayê hene. Torbend, bi bi tevahî li ser meseleyên jîngehî, bi xisûsî jî li ser meseleyên çem û rûbaran xebatan dimeşîne.

Konferansa torbendê ya şeşemîn di 30ê Îlona 2014an  de bi tevlêbûna endamên torbendê ji Tirkiyê, Îranê û Iraqê  hate lidarxistin. Di konferansê de mijarên cur be cur hatin nîrxandin.

Di konferansê de ji xeynî xebatên hatine plansazkirin, bi pêşkêşkirinên cuda rewşa çemû rûbaran, golan û atmosferê hate nîrxandin.

Teblignameyên ku di konferansê de hatine pêşkêşkirin dê li ser malpera networkê werine çapkirin.

Konferansa pêşin dê di meha Sebatê, di sala 2015an de li Silêmaniyê were lidarxistin.

 

 

 

GELÊ AMEDÊ LI HEMBERI BENDAVÊN NUH NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN DA

etha-20131119-amed-doga-02_display

Li Amede, li hemberî sê bendavên nuh ku ji hêla hikumeta Tirkiyê hatine plansazkirin, xwepêşandanek hate lidarxistin. Ji van sê bendavên ku li ser çemê Dîjlê hatine plansazkirin, ya yek gelekî nêzî bajarê Amedê ye, her du yên du jî nêzî navçeya Amedê,  Pîranê ne.

Duh, bi sedan kes li meydana Derê Çiyê civiyan û biryara hikumatê protesto kirin û xwestin ku êdî bila tu bendav li ser çemên Dîjlê û Feratê neyên avakirin. Xwepêşandaran îlam kir ku avakirina bendavan li ser xaka Kurdistanê şewazeka qirkirina çandî ye û divê hikumeta Tirkiyê ji vê rêya xelet vegere.

Wekî ku tê dizanîn, bendavên ku li ser çemê Dîjlê têne avakirin gelek xisarê didin Kurdên başûr û bakûr, her wekî Erebên jorîn. Lewma gelên vê heremê her dem nerazîbûna xwe li hemberî van bendavan nîşan didin. Lê hikumeta Tirkiyê hê jî polîtîka xwe ya bendavan neguhertiye û her tim hewl dide ku bendavên nuh li ser çemê Dîjlê ava bike. Piraniya gelê heremê, bawer dikin ku sedema avakirina bendavan ne tenê hewcetiya enerjiyê ye,  ji wê zêdetir hikumeta Tirkiyê dixwaze bi vî awayî dixwaze başûrê Kurdistanê jî bigre bin destên xwe.

Ev her sê bendavên ku li ser çemê Dîjlê hatine plansazkirin, di konferansa Torbenda Ekopotamyayê  ya 31ê Cotmeha 2013an de jî hatibûn rexnekirin, û endamên torbendê ku ji îranê, îraqê, Sûriyê, û Tirkiyê tev li konferansê bûbûn, nerazîbûna xwe dabûn nîşandan.

TORBENDA EKOPOTAMYAYÊ Lİ AMEDÊ CİVİYA

 

1375639_603917039673224_1501995921_n

Torbenda Ekopotamyayê ku du salan berê ji hêla komên ku rexnedarê bendavan in hatibû damezirandin, ji bo konferansa xwe ya çaremîn, di 31ê Cotmeha 2013yan de li Amedê civiya. Torbenda ku ji hêla donzdeh koman dihate temsîlkirin, bi tevlêbûna pênc komelên nuh gihişt hevdeh endaman. Di vê konferansê de komek ji İranê, du koman ji Tirkiyê, du koman jî ji İraqê, tev lî torbendê bûn.

Konferansa ku bi tevlêbûna çapemeniyê dest pêkir, piştî pêşkêşkirina dokumanterekê bi tevlêbûna endaman dewam kir.  Di konferansê de endam li ser xebatên torbendê axivîn û xwestin ku xebatên xwe bi vî awayî bidomînin. Endamên ku nuh tev lî torbendê bûn xwe dan naskirin. Di konferansê de endaman bi giranî hikûmeta Tirkiyê şermezar kirin ku hikumeta Tirkiyê piştî bendava Ilisûyê, neha dixwaze sê bendavên nuh li ser çemê Dîclê ava bike. Endamên torbendê daxweyakirin ku ewê li hember van bendavan bisekinin û hewl bidin ku ew neyên avakirin.

Di dawiya konferansê de deklerasyonek hate qebûlkirin û di vê deklerasyonê de jî hikûmeta Tirkiyê hate şermezarkirin.

Hûn dikarin deklerasyonê bi Kurmancî li jê rê bixwînin:

DEKLERASYONA

KONFERANSA EKOPOTAMYA NETWORKÊ YA ÇAREMÎN

31ê Cotmeha 2013yan, AMED

Çaremîn konferansa torbenda Ekopotamyayê di 31ê Cotmeha 2013an de li Amedê hate lidarxistin. Endamên torbendê ji Îranê, Îraqê, Sûrîyê û Tirkiyê li hev civiyan û li ser xebatên torbendê axivîn.

Di konferansê de, piştî bendava İlisûyê, sê bendavên nuh ku ji hêla hikumate Tirkiyê ve hatine plankirin ku li ser çemê Dijlê werin avakirin, hatine rexnekirin. Ji van sê bendavan yek nêzî navenda bajarê Amedê ye û her du yên din nêzî navçeya Amedê, Pîran in.

Her wekî ku tê zanîn, di van deh salên dawiyê de hikumate Tirkiyê gelek bendavan ava kiriye, û van bendavan derî li  gelekî muşkulan vekiriye. Ji xwe xesara bendava İlisûyê baş tê zanîn; li Tirkiyê û li İraqê gelek mirov dê xesarê ji vê bendavê bibînin. Wekî din jî, ava çemê Dîjlê roj bi roj diherime. Nexwe, piştî germbûna dinyê û qirêjê, ev  her sê bendavên ku li ser çemê Dîjlê dê werin avakirin dê serêşa me bin.

Wekî endamên torbenda Ekopotamyayê, em çawa ji bendavên din nerazî bûn, em ji van bendavên nuh jî  nerazî ne, û em îlam dikin ku emê hewl bidin ku van bendavan neyên avakirin. Her wekî ku tê zanîn gelên herêmê ji xwe ji ber bendavên li newala Dîjlê hatine avakirin zehmetiyê dikşînin. Nexwe avakirina bendavên nuh, li hemberî mirovan û xwezayê rasterast neheqî û heqareteka mezin e. Ji ber vê yekê, em kesên ku hemwelatiyên Tirkiyê, Îranê û Îraqê ne, em hikûmeta Tirkiyê rexne dikin, û bang dikin wan ku van bendavan ava nekin.

Endamên Torbenda Ekopotamyayê:

IRAQ:

1.Green Hand Organisation

2. Hawar Organisation for Supporting Syrian refugees

3. Civil Development Organisation

4. Kurd M.A.D

5. WDTO

6. Green Kurdistan Organisation

7. KYEO

8. Gayandn

9. Kurdistan Youth International Group

10. Nature Iraq

 

IRAN:

1. Alpin Club of Iran

2. Cenesta

3. Kariza

 

TURKÎ:

1. İnîsiyatîfa Parestina Heskîfê

2.  Platforma Pasûrê ji bo Parestina Xezayê

3. Komela Ciloyê ya Xwezayî

4. Komela Ekolojiyê

5. EKO-JÎN

6. İnîsiyatîfa Cizîrê ya Parestina Çandî

Konferansa Ekopotamya Network Ya Sisiyan Li Silêmaniyê Hate Lidarxistin

suleymaniye-meeting-600Ekopotamya Network ku ji komên jîngehparêz yên Îranê, Iraqê û Tirkiyê pêk hatiye, konferansa xwe ya sêyemîn li herêma Kurdistana Federal, li bajarê Silêmaniyê pêk anî.

Di konferansê de endamên networkê ji bo hikumetan, partiyên siyasî û komên civakî deklarasyonek hazir kirin. Deklarasyon bi navê “Ji Bo Bendavan Polîtikayek Alternatîf ” di malpera me de hatiye weşandin. [Read more...]

Li Dersim’e Gava Mezin

fft64_mf1299001Li ser serîlêdana gelê Dêrsîmê, dadgeha Enqerê ya Îdarê ya 8emîn, biryarek girt ku bendava bi navê “Bozkaya” were sekinandin.

beriya vê biryarê, ji Dêrsîmê 22 kesan serî li dadgehê dabû û xwestibûn ku ev bendav were sekinandin. serîlêderan di daxwaznameyên xwe da gotibûn ku lewra ev bendav ji bo ekolojiya Dêrsîmê xerab e û  bê reporta tesîrên ekolojîk (ÇED, Çevresel Etki Değerlendirme) hatiye destpêkirin. Ji ber vê yekê jî, bendav bi xwe ne qanûnî ye. [Read more...]